Peyama ji bo jinên Efgan: Riya azadiyê berxwedan e
Ferhûnde Habîbî û Yelda Ahmed di çaremîn salvegera rêveberiya Talîbanê de ji bo jinên Efgan peyamek şandin û gotin: “Tevî her tiştî jî jinên Efgan bêdeng neman û fam kirin ku riya azadiyê berxwedan û têkoşîna li dijî zextan e.”

BAHARÎN LEHÎB
Efganistan – Jinên Efgan di serdemên borî de rojên gelek zor dîtibûn. Di bîst salên dawî de tevî ku ji bo mafên xwe bigrin bin temînatê gelek hewl dan jî guherînên ji kokê ve çênebûn. Gelek bername û proje zêdetir di asta aborî de man û di bin navê razemeniyê de, çavkaniyen malî yên ji Efganistanê re hatine veqetandin, ji bo karên navxweyî û hêzên leşkerî re hat xerckirin. Tevî ewqas razemeniyên mezin jî ku her kes li bende bû rewşa aborî ya gel baş bibe, di civakê de hejmarek zêde kes hê jî bi xizanî û tengasiyên debarê re rûbirû ne.
Li gorî raporan, di vê serdemê de Efganistan xwedî hikumeteke herî gendelî bû, ji bo jinan welatê herî bê ewle bû. Kuştina Ferhûnde û bi keviran kuştina Rokşana û gelek bûyerên bi şîdet ên li dijî jinan hê jî di bîra civakê de zindî ne.
Parêzvana mafên jinan û rojnameger Ferhûnde Habîbî, derûnînas û aktivîsta mafên jinan Yelda Ahmed, ji bo piştgiriya bi jinên Efganistanê re peyam şandin.
‘Jinên Efgan dê ji niha û pê ve bi awayekî bihêztir têkoşîna xwe bidomînin’
Ferhûnde Habîbî di peyama xwe de wiha got: “Îro tam bû çar sal. Çar salên tarî yên di nava cehalete de… 15’ê Tebaxê roja hilweşîna rejîmek e. Roja ku hêvî xeyalên jinên Efgan di bin tarîtiyê de man. Roja ku dibistan hatin girtin, pênûs hatin şikandin û jin hatin bêdengkirin e. Ev dîrok ne tenê hilweşîna dewletê, di heman demê de serdema bêparbûna ji her tiştî ku jinan ji bo bêhngirtinê dest bi têkoşînê kirin tîne bîra mirov. Jinên Efgan her dem bi hêz bûne û dê ji niha û pê ve bi awayekî bihêztir têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Gelê Efgan rojên herî tarî di jiyana xwe de derbas kirin’
Yelda Ahmed jî di peyama xwe de wiha got: “Salek din li rêveberiya Talîbanê ya bi xwîn û îxanet zêde bû. Belê! Efganistan çar sal in di bin destên koma herî tarî û cahil a dîrokê de ye. Di van çar salan de gelê Efgan rojên herî tarî di jiyana xwe de derbas kirin. Bi taybetî jinên Efgan her roj bi şîdet û zextan tên kuştin. Talîban bi fermanên ku di bin rûpoşên cur be cur ên olî de derdixe, hemû mafên jinan binpê kiriye.”
Yelda Ahmed, bal kişand ser têkoşîna jinên Efgan a bêrawestan û wiha domand: “Tevî her tiştî jî jinên Efgan bêdeng neman û fam kirin ku riya azadiyê berxwedan û têkoşîna li dijî zextan e.”
Yelda Ahmed têkoşîna jinan silav kir û gotinên xwe wiha bi kir: “Ez silavên xwe yên germ ji gelê Efgan re, bi taybetî jî jinên Efgan ên ku çar sal in hem bi awayê veşarî hem jî eşkereyî têdikoşin, li dijî tarîtiyê li ber xwe didin re dişinim. Ez dizanim ku piştî tarîtiya her şevê roj derdikeve! Bi hêviya ku gelê Efgan ji vê tarîtiya di bin navê olê de rizgar bibe!”