Cezayir– Di pêşangehê de berhevoka xemlên zîv û zêrîn ên melîkeya Tewarq Tîn Henan, heye.
Wezîra Çandê ya Cezayîrê Melîka Bin Doda diyar kir ku di pêşangehê de berhevokek kevnare û zêrên hêja hene û hemû yên Melîkeya Tewarq Tîn Henan in û wiha pêde çû: "Pêdivî heye ku meriv mîrata çandî ya ku welatê me dixemilîne biparêze û çanda xwe bi nifş û gelên pêşerojê bide nasîn."
Vekirina pêşangehê di çarçoveya çalakiyên Meha Mîrata Çandî de ye, bi navê "Nirxandina Aborî ya Mîrata Çandî" di 19'ê vê mehê de dest pê kir.




