‘Pêdiviya rojnamevaniya aştiyê bi berpirsyarî û cesaretê heye’
Di pêvajoyên aştiyê yên li hemû cîhanê tên meşandin de, medya yek ji hêmanên diyarker ê zimanê ku tê bikaranîn e. Rojnamevan Nezahat Dogan anî ziman ku li Tirkiyeyê zimanê aştiyê nayê bikaranîn.

ELÎF AKGUL
Stenbol – Têkildarî pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ku ji 1’ê Cotmeha 2024’an ve dest pê kiriye, nîqaş berdewam dikin. Rojnamevan Nezahat Dogan got ku zimanê medya bi kar tîne, yek ji hêmanên herî krîtîk e ku vê pêvajoyê diyar dike. Nezahat Dogan diyar kir ku rojnamevaniya aştiyê ew e ku li dijî şer, pêdiviya wê bi berpirsiyarî û cesaretê heye.
‘Divê rojnamevaniya aştiyê ji rojnamevaniya şer were cudakirin’
Rojnamevan Nezahat Dogan got ku li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê ku ji 1’ê Cotmehê ve dest pê kiriye, tevî wekî aştiyê tê binavkirin jî ‘zimanê aştiyê nayê bikaranîn.’ Nezahat Dogan wiha got: “Behsa aştiyê biki lê belê fêm nekin ku aştî kîjan wateyê îfade dike, îfade nekin ku gavên demokratîkbûnê divê çawa bin, tenê bi gotina ‘Tirkiyeya bê teror’, hem di medyaya desthilatdariyê de, hem jî di ya muxalefetê de dîtina hakîmiyeta zimanê nefretê pêkan e.”
‘Heta zimanê medyayê neyê guhertin aştî wê civakî nebe’
Nezahat Dogan bi gotinên: “Li cihê zimanê medyayê neyê guhertin, li pêşiya civakîbûna aştiyê astengiyek heye” diyar kir ku guherîna zimanê desthilatdariyê gava pêşîn e û nimûneya çareseriya Kolombiyayê bi bîr xist û got: “Dema muzakereyên aştiyê dest pê kirin, hikûmetê wê demê weke ‘pêvajoya pevçûnê’ îfade kir, ziman wisa hat guhertin.”
‘Di pêvajoya çareseriyê de zimanê aştiyê hakim bû’
Nezahat Dogan îşaret bi ceribandina Tirkiyeyê ya di pêvajoya çareseriyê ya berya çend salan de kir û got: “Di dema 2013-2015’an de, pêvajoya Dolmabahçeyê em dikarin wekî pêvajoya aştiyê îfade bikin. Ji ber ku wê demê zimanê desthilatdariyê li ser aştiyê bû, ev di medyayê de jî dihat dîtin lê îro em zimanê nefretê dibînn.”
‘Rojnamevaniya aştiyê karê herî zor e’
Nezahat Dogan wiha got: “Rojnamevaniya aştiyê karê herî zor e. Di heman demê de hewceyî bi berpirsiyarî û cesaretê heye. Nûçegihaniya li ser bingeha maf, rewşeke ku divê bi eşkere were kirine.” Nezahat Dogan îfade kir ku heta civak di vê mijarê de neyê agahdarkirin wê encamên girantir û cidîtir ên pêvajoyê çêbibin.
‘Di çareseriya pirsgirêka Kurd de parçeyek demokratîkbûnê ye’
Nezahat Dogan wiha domand: “Pirsa çareseriya pirsgirêka Kurd, wê çi bîne vî welatî û wê çawa were nîqaşkirin û vegotin, berpirsyariya bingehîn a rojnamevaniya aştiyê ye. Di encama pevçûnên 50 salî de, nebe nabeya zemînê gel li qadên xwe yên azad bijîn, li gel hiqûqê, wekheviya demokrasiyê ye.”
Nezahat Dogan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li cihê ku me zimanê rojnamevaniya aştiyê ava kiriye, me agahiyên rast dane civakê. Ji aliyê rast ve me daye nîqaşkirin. Ev yek di pirsên ku tên meraqkirin me pirsîn de wê were dîtin.”