Parêzerên jin ji bo Aysel Tugluk li ber girtîgehê bûn
Parêzerên jin serdana girtiya nexweş Aysel Tugluk a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Kandirayê dimîne kirin. Parêzêran bang li hemû hiqûqnasan kir ku ji bo azadiya Aysel Tugluk bikevin nava tevgerê.

Navenda Nûçeyan – Parêzerên jin ji bo Aysel Tugluk a girtiyê nexweş ku li girtîgeha Kandirayê dimîne, li ber girtîgehê hatin gel hev. Parêzeran bal li ser rewşa tendûristiya Aysel Tugluk kişandin û daxwaz kirin ku ew bigihe azadiya xwe.
Piştî serdanê daxuyanî hat dayîn. Wekîlê HDP ya Stenbolê Zuleyha Gulum, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) parêzer Eren Keskîn, Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Îlknur Alcan, Hevseroka Stenbolê ya OHD Esra Erîn û gelek parêzerên femînîst beşdarî daxûyaniyê bûn. Di daxûyaniyê de destpêkê Parêzer Leyla Han Tuzel a serdana Aysel Tugluk kiribû axivî.
“Wê hewildanên me berdewam bike”
Leyla Han Tuzel destnîşan kir ku ew ji kampanyayên ku ji bo Aysel Tugluk hatiye destpêkirin encam negirtine û got: “Rûxmê van ji bo bilindkirina daxwazê azadiya Aysel emê têkoşînê berdewam bikin. Me van fikrên xwe îro jî bi Aysel re parve kir.”
Parêzer Gul Altay jî bal lê kişand ku rewşa Aysel Tugluk her roj hêj xirabtir dibe û wiha axivî: “Ji bo Aysel li girtîgehê nemîne, tedawiya xwe li derve berdewam bike çi ji destê me bê emê bikin. Divê li girtîgehê nemîne. Car din sewka wê ya ya tipa edlî hewce dike. Ji bo vê emê hewildanên xwe berdewam bikin.”
“Rapor avahiya siyasî ya ATK destnîşan dide”
Piştî parêzeran Arzu Kayaoglu ya ji OHD metna daxûyaniya hevpar xwend û hat destnîşankirin ku hemû saziyên îdarî û edlî ji rewşa tendûristiya Aysel Tugluk berpirsiyar in. Kayaoglu her wiha rapora berdanê ya nexweşxaneyê daye Tugluk bi bîr xist û got ATK raporên berdana Tugluk li ber çavan nagire û rewşa Tugluk piştguh dike. Kayaoglu li ser helwesta ATK’ê ya li hember Tugluk û hemû girtiyên nexweş nîşan dide rawestiye û got: “Tenê armancek ATK’ê heye ku girtiyên nexweş dişîne mirinê. Helwesta li hember Aysel Tugluk nayê qebûlkirin û ne li gorî wîjdan û rûmeta mirovahiyê ye. Wezareta Dadê û meqamên edlî û îdarî ji tenduristiya Aysel Tugluk a giran dibe, berpirsiyar in. Tiştên li hember girtiyan tên kirin em qebûl nakin.”