Parêzera Yemenî Nadiya El-Mehcerî hate revandin û gef lê hate xwarin
Revandina parêzer Nadiya El-Mehcerî ya ji aliyê Hûsiyan ve, bertekên tund ên parêzvanên mafên mirovan û bangên ji bo lêpirsîneke serbixwe li Yemenê zêde kirin.
Navenda Nûçeyan – Li qada hiqûqî ya Yemenê, li gel bangawaziyên ji bo lêpirsînên serbixwe yên derbarê bûyerên revandin û gefxwarina li dijî sivîl û aktîvîstan, daxwazên ji bo xurtkirina zelalkirinê her ku diçe zêdetir dibin. Ev yek di demekê de tê ku fikarên li ser zêdebûna binpêkirinan û lawazbûna mekanîzmayên hesabpirsînê derketine lûtkeyê.
Hûrgiliyên revandina parêzer Nadiya El-Mehcerî
Parêzera Yemenî Nadiya El-Mehcerî, hûrgiliyên revandina xwe eşkere kir. Nadiya berpirsyarekî ser bi Hûsiyan ve ku li pişt vê bûyerê ye tawanbar kir. Ev bûyer li ser platformên torên dijîtal rastî bertekên pir berfireh hat.
Nadiya El-Mehcerî di vîdyoyeke ku li ser hesabê xwe yê tora virtula "Facebook" belav kiriye de destnîşan kir ku ew rûbirûyî revandin û gefan hatiye. Her wiha anî ziman ku kesê wê tawanbar dike, têkilî bi dayîka wê re kiriye û ji bo serbestberdana wê daxwaza 17 hezar rîyalên Sûdî kiriye.
Bertekên tund ên aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan
Bûyera parêzer Nadiya El-Mehcerî bû sedema hêrs û nerazîbûna aktîvîst û mafnasan. Wan diyar kir ku ev bûyer nîşaneya berdewamiya binpêkirinên sîstematîk ên li dijî sivîlan e li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de. Parêzvanên mafan daxwaz kirin ku tavilê lêpirsîn were destpêkirin û berpirsên vê rûreşiyê werin cezakirin.
Tawanbariyên navneteweyî li dijî Hûsiyan
Ev bûyer di demekê de tê ku rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî gelek caran Hûsiyan bi kiryarên wekî revandina sivîlan, girtina keyfî, sorkirin, fîdyexwestinê û şantajan tawanbar dikin. Her çend e ku Hûsî di her fersendê de van tawanbariyan red dikin jî, lê rûdanên bi vî rengî fikarên li ser ewlehiya sivîlan zêdetir dikin.