Pankarta Peymana Stenbolê bi Sûrên Amedê ve ne

Parlamenterên HDP’ê yên bi wesîleya salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê pankartek bi Sûrên Amedê ve danîn.

Pankarta Peymana Stenbolê bi Sûrên Amedê ve ne
 
Amed - Parlamenterên HDP’ê yên jin bi boneya salvegera 10’emîn a îmzekirina Peymana Stenbolê, li Deriyê Mêrdînê çûn ser Sûrên Amedê û pankartek navê jinên hatine qetilkirin lê nivîsandî daliqandin. Jin pişt re daketin û li ber sûran daxuyanî dan. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başarn, Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Dersim Dag, Remziye Tosûn û Nûran Îmîr beşdarî daxuyaniyê bûn. 
“Em ê Peymana Stenbolê biparêzin”
Ayşe Acar Başaran daxuyanî da û destnîşan kir ku jinan gotina xwe ya dawî negotiye û peyman di pratîkê de ye û got: “Em dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Ev mesele nayê jibîrkirin. Em ê Peymana Stenbolê biparêzin. Em jiyana xwe diparêz in. Em pêşeroja xwe diparêz in. Îro çalakiyên me li Amed û Stenbolê ne. Serokê AKP’ê Erdogan nikare li ser navê jinan biaxive û biryaran bigire. Em jin wê biryarên xwe bigirin. Heta ku jin nebêjin me vê biryarê girt, ev Peyman di rojevê de ye. Em ê tu carî dev ji vê Peymanê û sekna xwe jî bernedin û paş ve gav neavêjin.”