PAJK: Mîrateyeke mezin li pey xwe hiştin

PAJK’ê bi daxuyaniyek Emîne Erciyes, Ekîn Amara Toldar û Zîn Zagros bibîr anî û got: “Di têkoşîna me ya azadiyê de bi jiyan û têkoşîna xwe nemir bûn; mîrateyeke mezin ku ti carî nayê jibîrkirin û dest jê nayê berdan hiştin.”

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona PAJK'ê endamên Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes (Nazli Taşpinar) û gerîlayên YJA Starê Zîn Zagros (Leyla Acar) û Ekîn Amara Toldar (Şehrîban Akin) ên li gel wê şehîd bûn, bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Daxuyaniya PAJK’ê wiha ye:

“Hevalên Ş. Emîne Erciyes, Ş. Ekîn Amara Toldar û Ş. Zîn Zagros ên 20'ê Nîsana 2020'an de şehîd bûn, di nava têkoşîna me ya azadiyê de bi jiyan û têkoşîna xwe nemir bûn, mîrateyeke mezin ji me re hiştin ku ti carî nayê jibîrkirin û dest jê nayê berdan. Em li pêşberî van şehîdên xwe yên mezin bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, bi hezkirin û minet wan bi bîr tînin. Her hevrêyên me bi kedeke kolektîf têkoşîna ji bo Kurd ê azad, mirovahiya azad û azadiya jinê mezin kirin, têkoşîna me ya sosyalîzmê mezin kirin û bi rengê xwe wateyên mezin tevlî kirin. Wezîfeya herî mezin, berpirsyarî û wateya jiyana me ew e ku vê mîrateya azadiyê ya mezin a ku wan ji me re hiştine biparêzin, mayinde bikin û bi ser bixînin.

‘Di nava têkoşîna azadiyê de timî ew bez û lêgerîna xwe ya nepenî domand’

Hevala Emîne her kêliya jiyana xwe ya ji gundekî Nevşehîrê heta bi Zagrosan, çiyayên Kurdistanê diyarî civaka xwe, civaka Kurd û nasnameya jinê kir. Weke jineke Tirkmen timî li wateya jiyanê pirsî. Li erdnîgariyekê ku Tirkîtî, muxafazakarî di asta herî bilind de ye, li dibistanên herî bijarte ên pergala kapîtalîst jî cewhera xwe parast, nehişt bê xerakirin û da pey wateya jiyanê, efsûnî û heqîqeta wê ya bi coş. Ev bez bû bazdaneke welê ku hevala Emîne gihand Rêber Apo, PKK'ê û gerîla. Di nava têkoşîna azadiyê de weke jinekê timî ew bez û lêgerîna xwe ya nepenî dewam kir.

‘Hemû sînorên ku dijminatiyê diafirîne parçe parçe kir’

Hevala Emîne xwişk û biratiya gelan, neteweya demokratîk û rastiya modernîteya demokratîk bi pêşengiya sosyalîst re bi rengekî bêhempa kir yek, xwe bi eşq, stran û helbestê jinûve afirand. Bi eşqeke efsûnî ji têkoşîna gerîla, ji çiyê, bi taybetî jî ji Zagrosan hez kir û weke jineke Tirkmen bi xwe bû Zagros, bû Kurdistan, bû çiyayên Kurdistanê û gelê Kurdistanê. Wê, neteweperestî parçe kir, hemû sînorên ku dijminatiyê diafirîne parçe parçe kir û li çiyayên Kurdistanê hevrêtiyeke efsûnî afirand. Ji enternasyonalîzmê jî wêdetir bû xeteke yekbûna civakî û mirovî, bû nasnameyeke jinê ya azad ku nirxên estetîk û exlaqî yên Neteweya Demokratîk di kesayetiya xwe de şênber kir. Bi wî dilê xwe yê mezin li ber dîroka înkar û îmhayê ya sed salî ya li hemberî dîroka hezaran salî ya Kurdan rabû, di rêya Xwedawendan de, di rêya şoreşa yekbûyî ya Hakî û Kemalan de bi kelecan, bi coş, bi daxwaza têkoşînê û biryardariyê meşiya.

Dema ku pêwîst dikir ew dibû fermandareke mezin, dibû perwerdekarek, dibû şanogerek, dibû helbestvanek, dibû stranbêjek. Ew mîna diyonisosê vê şoreşê bû. Ew gerîlaya azad a afirîner û bi coş a çiyê û daristanan bû. Ew hevrêyeke me bû ku bi rengekî rast xwe gihand Rêbertî, nirxên azadiya jinê fêhm kir, ev eyk hem bi hevrêyên xwe yên jin hem jî bi hevrêyên xwe yên mêr parve kir û nirxên komunal di têkiliyên xwe de mezin dikir. Lewma wê di nava hevrêyên li dora xwe de xelekeke ji ronahiya hezkirinê afirand. Mejiyê wê yê ku timî kûr dibû, dilê wê yê ku bi hezkirin û parvekirinê tijî bû, bi kesayetiya xwe ya bi îrade, bi biryar û têkoşer hem di nava hevrêyên xwe yên jin hem jî di nava gelan de di hevrêtiya sosyalîst de nirxên bêhempa afirand. Li her qada kar a têkoşîna me cih girt, bi berpirsyariyên mezin rabû û ev berpirsyariyên xwe bi cidiyet û îdîayeke mezin bi cih anî. Wezîfeyên rêveberî û koordînasyona PAJK'ê, her wiha wezîfeyên Konseya Fermandariyê û Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi cih anî, xeta PAJK û YJA Starê bi rengekî serketî temsîl kir. Ji Partîbûna Jinê heta bi Artêşbûna Jinê kedeke mezin da, nirx afirand, bi fermandarî û hevrêtiya xwe derdora xwe xurt kir, mezin kir. Hevrêtiya wê rûmet da.

‘Wan jiyana birûmet û watedar ji her tiştî qîmettir dîtin’

Hevrêyên me Ekîn û Zîn jî bi hezkirina xwe ya hevrêtiyê, xîreta xwe ya têkoşînê, israra xwe, hişmendiya xwe ya azadî û biryardariya xwe bûn pêşengên têkoşîna me ya azadiya jinan û têkoşîna me ya azadiya Kurdistanê. Wan jiyana birûmet û watedar ji her tiştî qîmettir dîtin û hemû kêliyên ciwaniya xwe bi tije, hişmendî, bawerî û ronahî derbas kirin. Şerbeta jehrî ya jiyana dagirkeriyê û kapîtalîzmê red kirine û berê xwe dane çiyayên azad ên pak. Hevrêyên me Emîne, Ekîn û Zîn ên ku rêyên wan di nava vê têkoşînê de li çiyayên pîroz bûne yek, heya kêliya dawîn a jiyana xwe li ba hevdû bûne û bi hev re tevlî karwanê nemiran bûne. Nefesa wan a dawîn a bi hev re , fermanê dide me ku em di hevrêtî, azadî û xwişkbûna jinan de bibin yek û mezin bibin. Nefesa wan a dawîn fermana serkeftinê dide me. Soza ku em bidin wan, girêdayî bicihanîna vê fermanê ye. Bi vî awayî en beng li her kesî dikin ku tim xwedî li şehîdên me derkevin, li ser vê rêya wan a pîroz û watedar bimeşin û serketinê bi dest bixin.

Dubare em hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelên Kurdistan û Tirkiyeyê re dixwazin.”