NY: Di êrîşên Îsraîlê de 196 xebatkarên alîkariya mîrovî hatin kuştin

NY’yê ragihand ku 196 xebatkarên alîkariya mirovî di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 7’ê Cotmehê ve berdevam dikin de hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de der barê xebatkarên alîkariya mirovî yên di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dane daxuyanî da. Stephane Dujarric destnîşan kir ku wan bi lezgînî banga agirbesta mirovî kiriye û got ku koordînatora Alîkariya Mirovî û Jinûveavakirinê ya Neteweyên Yekbûyî ya Xezayê Sigrid Kaag bi xebatkarên Metbexa Navendî ya Cîhanê (WCK) rojek beriya ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de werin kuştin li Xezayê civiyaye. Stephane Dujarric destnîşan kir ku Sigrid Kaag êrîşê wekî wehşet pênase kiriye û sersaxî ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane xwest.

'Hejmara xebatkarên alîkariyê yên mirovî hatin kuştin gihîşt 196'an'

Stephane Dujarric li ser agahiya ku ji xebatkaren alikariya mirovî wergirtiye, daxuyand ku ji 7’e Cotmehe vir va hejmara xebatkaren alikariya mirovî ku li herema Filistine ya dagirkiri hatine kuştin gihişte 196’an. Stephane Dujarric diyar kir ku Xeza ji bo xebatkarên alîkariya mirovî cihe herî bi xeter e.

Stephane Dujarric li ser pirsa; peyama sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres çi ye wiha got: "Peyama sekreterê giştî gelekî zelal e. Bila xebatkarên alîkariyên mirovî karê xwe bikin. Bila bi ewlehî bikin."

‘Daxuyanî nedayîna Îsraîlê nakokiyek herî mezin e’

Stephane Dujarric diyar kir ku Îsraîlê ragihandiye der barê êrîşa WCK’yê de lêpirsîn daye destpêkirin û ew li benda encaman in. Stephane Dujarric bal kişand ku li herêmê gelek personelên Neteweyên Yekbûyî jî hatin qetilkirin û destnîşan kir ku kesên mijara gotinê li cihên ku beriya niha bi rayedarên Îsraîlî re têkilî danîbûn hatin qetilkirin. Stephane Dujarric diyar kir ku daxuyanî nedayîna Îsraîlê ‘nakokiyek mezin e’ û diyar kir ku ew ji ber mirina sivîlan xemgîn in û destnîşan kir ku divê rêz ji bo hemû kesan bê girtin.

7 xebatkarên WCK'ê jiyana xwe ji dest dan

Xebatkarên rêxistina alîkariyê ya navneteweyî WCK'ê di êrîşa Îsraîlê ya rojek berê ya li dijî herêma Deyr el-Belah a Xezayê de jiyana xwe ji dest dabûn. Di daxuyaniya WCK’ê ya ku navenda wê li Washîngton paytexta DYA’yê ye, hat diyarkirin ku di êrîşa Îsraîlê ya li Xezayê de 7 xebatkaran jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xebatkarên jiyana xwe ji dest dane; tîm ji neteweyên Awustralya, Polonya, Îngilîstan, DYE-Kanada û Filistînî ye û hat destnîşankirin ku di dema êrîşê de tîm bi 2 wesayîdên zirxî yên bi logoya rêxistinê li herêma pevçûn lê tunebû cihê xwe girtibûn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev trajediyek e. Divê xebatkarên alîkariya mirovî û sivîl tu carî nebin hedef."

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de got: "Artêş ji bo fêmkirina rewşa vê bûyera trajîk di asta herî bilind de lêkolîneke berfireh dike."