NY 19’ê Kanûnê wekî "Roja jinên ku li windayên xwe digerin" îlan kir
Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi armanca bal kişandina ser têkoşîn û hewildanên jinên ku li xizmên xwe yên winda digerin, 19’ê Kanûnê wek roja navneteweyî îlan kir.
Navenda Nûçeyan – Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi armanca naskirina xebatên lêgerîna windayan, 19’ê Kanûnê wek roja navneteweyî ya jinên ku li windayên xwe digerin, îlan kir. NY di biryara xwe ya duh ragihandî de, daxwaz ji welatên endam û aliyên pêwendîdar kir ku bi organîzekirina çalakiyan vê roja cîhanî pêşwazî bikin û balê bikşînin ser keda jinan û daxwazên wan ên ji bo zelalkirina aqûbeta windayan.
‘Jinên Sûriyeyê rastî gelek karesatan hatine’
Beriya erêkirina biryarê nûnerê daîmî yê Sûriyeyê yê li NY`ê Îbrahîm El Ulbî da zanîn ku jinên li Sûriyeyê ‘di dîroka nêz de rastî gelek karesatên girêdayî mijara windahiyan hatin e’. Ev biryar veguhertinekê li ser asta Sûriyeyê û dosyaya windahiyan çêdike.
Ev biryar piştî hilweşandina rejîmê, yekemîn biryar e ku Sûriyeyê ji bo Desteya Giştî ya NY’ê pêşkêş dike.
Ev biryar di demek ku dosyaya windahiyan hîn li gel NY’yê dewam dike derket ku ev yek ji dosyayên mirovî yên li Sûriyeyê ye. Aqûbeta bi hezaran kesan ne diyar e, bi taybet jinan bi salan e erka lêgerîna xizmên xwe yên winda girtiye ser mile xwe.