Nûha Axrîq li Xezayê ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin

Cenazeyê dayika sê zarokan Nûha Axrîq a ji aliyê hevjînê xwe ve hatî qetilkirin di mala wê de hat dîtin.

REFÎF ESLÎM
Xeza – Duh cenazeyê Nûha Axrîq a 31 salî li mala wê ya li taxa Zeytûn a Xezayê hat dîtin. Li gorî lêkolînên destpêkê û rapora Tiba Edlî ya ji aliyê nexweşxaneyeke Xezayê ve hatî amadekriin Nûha Axrîq ji aliyê hevjînê xwe ve despêkê rastî tundiyê hatiye û paşê jî hatiye qetilkirin. Kujerê bi navê Mihemed Yasîn ê 45 salî, piştî li xwe mikur hat ku bi tundî li hevjîna xwe daye û ew qetil kir ye, sewqî Serdozgeriya Komarê hat kirin.
Malbata Nûha Axrîq bi daxuyaniyekê qetilkirina keça xwe bi destê hevjînê wê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê hemû rêyên qanûnî bişopînin û qet nasekinin heya ku mafê keça xwe bi dest bixin. 
Xwişka Nûha Axrîq li ser tora civakî ya Facebookê tekez kir ku xwişka wê ji ber nebûna xwarinê di mala xwe de rastî zehmetiyên jiyanê dihat lê ji tirsa çarenusa sê zarokên xwe daxwaza hevberdanê nedikir.