Nûçegihana me ya li Wanê hatibû binçavkirin hat berdan

Nûçegihana me Medîne Mamedoglû, dema ku çalakiyên ji bo Abdulah Zeydan ê ku wek Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a DEM'ê hat hilbijartin û mazbata wî nehat dayîn dişopand hatibû binçavkirin hat berdan.

Wan – Nûçegihana ajansa me Medîne Mamedoglû ya ji bo şopandina çalakiyên li qadê yên ji bo Abdullah Zeydan ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Bajarê Mezin hat hilbijartin û mazbata wî nehat dayîn bişopîne li Wanê bi kelepçeya ji paş ve hatibû binçavkirin, hat berdan.

Hat zanîn ku Medîne Mamedoglu di dema binçavkirinê de hatiye derbkirin û rapora derbkirinê jê re hatiye dayîn.