Nouran Gohar di Şampiyoniya Squash a Misrê de derbase nîvfînalê bû
Lîstikvana Misrî Nouran Gohar ku yekemîna a cîhanê ye, Şampiyoniya Squash a Misrê ku yek ji tûrnûvayên sereke yên sezonê ye, derbasî nîvfînalê bû.

Navenda Nûçeyan- Nouran Gohar a lîstokvana squash ya Misrî, piştî reqîba xwe ya Holly Nahoton Kanadayî têk bir, derbasî qonaxa nîvfînalê ya Şampiyoniya Navdewletî ya Squash ya Platin a Misrê bû.
Şampiyoniya Vekirî ya Navneteweyî ya Misrê a 2022’an, di edîsyona çaremîn a platîn de di navbera dîrokên 19, 25’ê Îlonê de dest pê kir û yek ji tûrnûvayên sereke yên sezonê tê hesibandin.
Duh 22’ê Îlonê, Nouran Gohar a 25 salî ya lîstokvana squash ya Misrî, reqîba xwe ya Holly Nahoton ya Kanadayî (11-6), (11-3), (11-2) têk bir û derbasî nîvfînalê ya turnuvayê bû.
Nouran Gohar di sala 2016’an de, piştî di maça finalê de lîstikvana Amerîkî Amanda Sobhi 3 û 1 têk bir, bû yekemîn Misrî ku Pêşbirka Jinan a Navnetewî ya Hong Kongê bi ser xist.
Şampiyoniya cîhanê ya squash ya ji bo jinên dibin 19 salî ku di heman salê de li Polonyayê hate lidarxistin de, bêyî ku di tûrnûvayê de yek maçek winda bike 2 caran li pey hat xelatkirin.