Nobeta malbata Şenyaşar di roja 235’an de dewam dike

Nobeta “edaletê” ya ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hatî despêkirin di roja 235’an de dewam dike.

Nobeta “edaletê” ya ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar  ve hatî despêkirin di roja 235’an de dewam dike.
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû dewam dike. Ji ber 29’ê Cotmehê Cejna Komarê edliye girtiye, malbatê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe domand. 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam par kir: “Îro Cejna Komarê ye. Komar tê wateya demokrasiyê. Komar tê wateya hiqûqê. Komar tê wateya hemwelatiya wekhev. Dayikeke ku zarok û hevjînê wê hatine qetilkirin 8 meh in li pêş edliyeyê ye, tenê dixwaze rêgezên komarê pêk werin…”