Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 731’an de ye

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 731’ê de berdewam dike, malbat wê fitara xwe ya yekem a meha Remezanê li ber deriyê edliyeyê veke.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja 731’ê de didome

Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê ku di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, îsal di roja yekem a meha Remezanê de li ber deriyê edliyeyê pêşwazî kir. Ji mala xwe ya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û li ber pankarta ku li ser “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” dinivîsî çalakiya xwe ya îro dan destpêkirin.

Malbata Şenyaşar ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam da: “Îro roja yekem a meha Remazanê ye. Nobeda me ya Edaletê di roja 731’emîn de li ser riya heq û edaletê, têkoşîna me bi bawerî berdewam dike. Bi hêviya ku meha Remazanê edalet û aramiyê bîne welatê me.” Malbata Şenyaşar wê di roja yekem a meha Remezanê de fitara xwe li ber deriyê edliyeyê vekin.