Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 85’emîn de ye

Emîne Şenyaşar a di roja 85'an de Nobeda Edaletê ya li ber Wezareta Dadê didomîne û bi hinceta heqaret li Serokkomar Tayyip Erdogan kiriye doz lê hatibû vekirin wiha got: "Yên zarokên min kuştin li min dozê vedikin?"

Enqere – Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, li ber Wezareta Edaletê di roja 85'an de dewam kir. 

Emîne Şenşara a ku bi hinceta heqaret li Serokkomar Tayyip Erdogan kiriye doz lê hatibû vekirin wiha got:"Yên zarokên min kuştin li min dozê vedikin ? Hêza me êdî têra Erdogan nake em wî hewaleyî xwedê dikin. Zarokên min kuştin nexweşxane bi xwîna zarokên min şuştin. Ez bi salan e li edliyeyan digerim. Êdî bes e. " 

Her wiha Sevînç Çakir ku kurê wê piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an hat girtin, ji çalakiya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar ve hatibû destpêkirin bi bandor bû û çalakiya xwe ya rûniştinê ya li ber Wezareta Edaletê ku dabû destpêkirin berdewam kir. Sevincê daxwaza edaletê dubare kir.