Nobeta Edaletê di roja 821’ê de ye

Emîne Şenyaşar nobeta edaletê ya ku li ber deriyê Edliya Rihayê daye destpêkirin di roja 821’ê de didome.

Nobeta Edaletê di roja 821’ê de ye

Riha-  Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin û kurek wê jî birîndar bû, di 9’ê adara 2021’ê de li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi nobeta edaletê kir, di roja 821’ê de didome.

Emîne Şenyaşar a ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat ber deriyê Edliyeya Rihayê li cihê ku weke “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobeta xwe kir. Malbata Şenyaşar a pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” bi bariyerên beton ve kir, têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê ku didomîne û komkujiyê welatiyên ku riya wan dikeve edliyeyê agahdar kir.

‘Bêedaletî didome’

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hesabên Wezareta Dadê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç etîket kir û ev peyam da: “Hinek din sebir. Hinek din têkoşîn. Li qesra pişt pankarta edaletê, edalet hatiye mehkûmkirin. Wezîrê Edaletê hat guhertin, bêedaletî didome. Nobeta me di roja 821’ê de ye.”