Nobeta Edaletê di roja 807’an de ye

Emîne Şenyaşar a ku li ber deriye edliya Riha ev 807 roja Nobeta Edaletê berdewam dike, bal kişand li ser doza derbarê wê de hatî vekirin û danaşîna wê ya wê sibe were dîtin û got: “Dest ji darazandina me berdin.”

Riha- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşî malbata Şenyaşar kirin. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 807’an de jî berdewam dike.

Ji ber ku Ferît Şenyaşar ê di heman demê de parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê ye di çarçoveya xebatên Meclisê de li Enqereyê ye, Emîne Şenyaşar hate ber deriyê edliyeyê û çalakî da destpêkirin.

Şenyaşar a li qada ku ‘Weke quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar’ tê zanîn pankarta ‘5 sal in em edaletê dixwazin’ daliqand têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê agahî dan parêzer û welatiyên li edliyeyê. Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanîstê (Egîtîm-Sen) ya Rihayê ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kirin.

‘Edalet pêk were wê hemû pirsgirêk çareser bibe’

Hevserokê Şaxa Egîtîm-Sen a Rihayê Mahmût Bînîcî yê di serdanê de axivî û got: “Dayik tenê ji bo xwe edaletê naxwaze, ji bo her kesê dixwaze. Dayik ji bo serxwebûna darazê têdikoşe. Em jî weke sendîka gelek caran li cem dayikê bûn û em ê bidomînin. Wezîrê Dadê yê nû ji bo faîl bên cezakirin, divê di nava hewldanan de be, daxwaza me ev e. Di bingeha hemû pirsgirêkan de bê edaletî heye. Heke edalet pêk were dê hemû pirsgirêk çareser bin.”

‘Dest ji darazandina me berdin’

Emîne Şenyaşar a pişt re axivî û destnîşan kir ku ev nêzî  5 sal in lêgerîna xwe ya edaletê bênavber didomîne û got: “Di zivistan û havînê de tevî hemû zehmetiyan têm vir. Germê dest pê kir, dîsa jî li vir im. Me gelek zilm dît. Em li benda edaletê ne. Êdî bes e, bila zarokê min ê girtî (Fadil Şenyaşar) bê berdan. Ev dewleteke çawa ye, li tu deran dewleteke wiha nîne. Kurê min Ferît li Enqereyê ez jî li vê derê têkoşîna xwe didomînin. Ez ê sibê derkevim pêşberî dadger (Bi îdiaya heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye). Dest ji darizandina me berdin.”