Nobeta Edaletê di roja 804’an de ye: Bêdeng nemînin

Çalakiya Malbata Şenyaşar ya nobeta Edaletê di roja xwe ya 804’an de dom dike. malabatê ev peyam parve kir: “Ji vê zilmê re hê zêdetir bêdeng nemînin û demildest edaletê pêk bînin.”

Riha – Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 804’an de jî berdewam dike.

Ji ber dawiya heftê ye malbatê îro nobeta xwe li mala xwe ya Pirsûsê berdewam kir. 

‘Ji zilmê re bêdeng nemînin’

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev parvekirin kir: “Bi baweriya me, temaşekirina zilma zaliman ji zalimbûnê ne cudatir e. Ji vê zilmê re hê zêdetir bêdeng nemînin û demildest edaletê pêk bînin. Heta ku edalet pêk neyê, wê têkoşîna me ya maf, hiqûq û edaletê bidome.”