Nobeta edaletê di roja 793’an de ye

Malbata Şenyaşar a ku di roja 793’an de nobeta xwe ya edaletê berdevam dike got: “ Daraza ku hesab ji bê edalatiyê naxwaze bi qasî kiryaran sucdar e.”

Riha- Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku du kur û hevjînê wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûsa Rihayê ji aliyê cerdevan û xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wî Ferît Şenyaşar ê ji êrîşan bi birîndarî xilas bû, di roja 793’an de bi biryardarî berdewam dike.

Emîne şenyaşar ji ber pirskirêkê xwe yê tendûristiyê tevlî nobetê nebû. Peyama malabata Şenyaşar a ku li ser medyaya dîjîtal hate pervekirin wiha ye:

“Edaleta ku dereng were ne edalet e. Daraza ku hesab ji bê edalatiyê naxwaze bi qasî kiryaran sucdar e. Ji bo jiyanek aramtir were peydakirin divê mekanîzmaya edaletê bi lez û adil were meşandin. Heya edalet were wê tekoşîna me bidome.”