Nobeta edaletê di roja 608'emîn de ye
Malbata Şenyaşar di roja 608’emîn ya nobeta edaletê, ev parvekirin kir: “Daxwaza me EDALET e. Yên li aliyê zaliman cih digrin dê winda bikin"

Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 608’emîn de didome.
Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, Malbata nobeta li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam kir.
‘Yên li aliyê zaliman cih digrin dê winda bikin’
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yê medyayê ev parvekirin kir: "Dewlet ji bo gelan heye. Tu hêza siyasî, tu hikûmet ji wijdana civakî ne bi hêztir e. Em ji bilî hemwelatiya wekhev tu tiştekî din naxwazin. Daxwaza me EDALET e. Yên li aliyê zaliman cih digrin dê winda bikin..."