Nobeta Edaletê di roja 607’emîn de ye
Malbata Şenyaşar a di roja 607’emîn de nobeta edaletê didomînê got; “Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in.”
Riha – Çalakiya Nobeta Edaletê ku Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 607’an de didome.
Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe domand.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Hemû cîhan wê kesên piştî komkujiya nexweşxaneyê bi gotina ‘Me hemû kuştin’ pîrozbahî kirin temaşe bike. Di A Haberê de hûn dikarin bi agahiyên dezenformasyonê girseya ku tenê ji yek alî li bûyeran dinêre bixapînin. Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in.”