Nobeta edaletê di roja 584’emîn de ye

Malbata Şenyaşar li hemberî qanûna sansurê ya ku li Meclisa Tirk hat erêkirin bertek nîşan da û got, “Doza me heqîqet e. Li hemberî heqîqetê ti astengî nikare bisekine.”

Riha – Nobeda edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûsê hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê cerdevan û xizmên Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hat qetilkirin û Ferît Şenyaşar ê ku ji êrişî birîdar filitîdi roja 584’emîn de didome.

Malbata Şenyaşar di saetên serê sibê de hatin Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kirin. Malbatê pankartên bi nivîsa "Ji malbata Şenyaşar re edalet" li blokên beton ên li ber edliyeyê daliqandin.

"Doza me heqîqet e"

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal li hemberî qanûna sansurê ya ku duh ji aliyê Meclisa Tirk ve hat erêkirin bertek nîşan da û got, "Çi qedexe jî derbikeve bila be, tu kes nikare neheqî û bêhiqûqiyên li vî welatî veşêre. Doza me heqîqet e. Li hemberî heqîqetê tu astengî nikare bisekine. Têkoşîna me ya li ber edliyeyê di roja 585’an de ye.”