Nobeta edaletê di roja 566’emîn de ye

Malbata Şenyaşar di roja 566’emîn a nobeta edaletê de wiha ji serokkomarê dewleta Tirk pirsî: “Çima ev zilma ku li Rihayê didome nabînin”.

Navenda Nûçeyan – Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 566’emîn de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê çalakiya xwe ya nobetê domand. 

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayîp Erdogan û Wezîrê Edaletê ya dewleta Tirk Bekîr Bozdag etîket kir û ev peyam şand: “Serokkomarê di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axivî gotibû ku ‘Em ê li dijî zilm û edaletê bêdeng nebin’. Tevî agahdarkirina walî û parlamenterên xwe çima vê zilma li Rihayê berdewam dike nabîne?”