Nobeta Edaletê di roja 563’emîn de ye

Malbata Şenyaşar di roja 563’emîn a nobeta edaletê de wiha got: “Rêya xwe gihandina edaletê, piştevanî, yekitî û hevgirtin e.”

Riha – Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 563’emîn de berdewam dike.

Nobeta ku Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nehat, kurê wê Ferît Şenyaşar li qada ku weke “quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar tê zanîn” da destpêkirin.

Banga piştevanî, yekitî û hevgirtinê

Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê ev peyam parve kir: “Li dijî hişmendiya kesê zilmê dike ji me ye, rêya xwe gihandina edaletê, piştevanî, yekitî û hevgirtin e. Li ber deriye qesrê têkoşîna me ya edaletê di roja 563’yemîn de ye…”