Nobeta edaletê di roja 496’emîn de ye
Nobeta malbata Şenyaşar a ku sal û demsalan li pey xwe hişt ji ber pêknehatina edaletê berdewam dike. Malbata Şenyaşar bal kişand ku dê nobeta xwe ya edaletê bidomînin û bang li Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag kirin.
Riha- Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a di encama êrîşê xizm û parazvanên Wekîlê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û du kurên wê jiyana xwe ji dest dan û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû di roja 496’an de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar ji ber îro dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê, bang li Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag kir û ev gotin parve kirin: “Di serî de Wezareta Edaletê, hemû kes baş bi komkujî û neheqiya li malbata me hatiye kirin dizanin. Heta ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin! Fadil Şenyaşar ev 4 sal in di hucreya yekkesî de, li hêviya pêkhatina edaletê ye.”