Nobeta edaletê di roja 492’emîn de ye: Kesên bêdeng dimînin dê wenda bikin
Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê di roja 492’emîn de dimeşîne wiha got: “Yên ku li hemberî qêrînên edaletê bêdeng dimînin dê wenda bikin.”
Riha – Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 492’emîn de berdewam kir. Nobeta Edaletê k Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nikarî tev li bibe, lawê wê Ferît Şenyaşar li qada ku weke “Qûncika Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar” tê penasekirin da destpêkirin.
“Dê wenda bikin”
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hesabên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Wezareta Edaletê û Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag etiket kirin û ev peyam parve kir: “Di serî de Edliyeya Rihayê, kesên ji qêrînên edaletê yên li her derê welat bilind dibin re bêdeng dimînin wê winda bikin.”