Nobeta edaletê di roja 486’emîn de ye
Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Fertî Şenyayar ve hat destpêkirin di roja 486'an de bê navber didome.
Riha - Xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta darizandina kujeran û girtina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 486’an de bê navber didome.
Di roja 486êmîn a nobeta edaletê de Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nehat ber edliyê, lê Ferît Şenyaşar hat û ji kesên ku rêya wan bi edliyeyê ket re têkoşîna xwe ya edaletê vegot.
“Êrişa li nexweşxaneyê hat kirin sûcê mirovahiyê ye”
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê bi êtiketa #konyasehirhastanesi ev parvekirin kir: “Dîroka 2018’an de li nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 hemwelatî hatin qetilkirin. Ew bûyer ji ber li Rihayê hat jiyîn ewqas rojev nebû bû. Êrişa li nexweşxaneyê hat kirin sûcê mirovahiyê ye. Heyf û heyf ji herkesê ku zilmê dibînin û bêdeng dimînin .”