Nobeta edaletê di roja 479’emîn de ye
Malbata Şenyaşar bi pirsa “Çima dayikeke ku ev 479 roj in li pêşiya Edliya Rihayê nobetê digire nabînin?” bang li Wezaretên Edalet û Tendirûstiyê kir.
Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 479’emîn de ye.
“An edalet an jî mirin dê bikare min ji vê derê rake”
Malbata ku îro di danê sibehê de ji mala xwe ya Pirsûsê hatin pêşiya edliyeyê, çalakiya xwe dan destpêkirin. Malbata Şenyaşar dovîza “Nobeta me ya edaletê di roja 479’an de berdewam dike. An edalet an jî mirin dê bikare min ji vê derê rake” vekirin.
“Dayikê nabînin”
Malbata Şenyaşar derheqê mijarê de li ser hesaba xwe ya medyayê daxuyaniya Wezareta Edaletê û Wezareta Tenduristiyê ya têkildarî êrişa li dijî kedkarekî tenduristiyê parve kir û wiha pirskir: “Derheqê nelirêtî û bêhiqûqiyên li Rihayê diqewimin daxuyaniyan didin. Çima dayikeke ku ev 479 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê nobetê digire nabînin? Gelo ma ev dayik ne hemwelatiya vî welatî ye?”