Nobeta edaletê di roja 478’emîn de ye
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar nobeda Edaletê ya ku dabûn destpêkirin di roja 478'an de berdewam dikin.

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 478’emîn de berdewam dike.
“Wê dawiya dawî edalet serbikeve”
Ferît Şenyaşar, êrişa duh ji aliyê malbata nexweşekî ve li personelekî tenduristiyê hate kirin û berteka tenduristvan a çirandina dîplomaya wî ya piştî berdana êrişkar bi bîr xist û wiha got: “Duh her kes bû şahid ku li Rihayê ji Tirkiyeyê cûdatir hiqûqek tê pêkanîn.” Ferît, diyar kir ku li Rihayê hiqûqa serdestan tê pêkanîn û wiha berdewam kir: “Ji Serdozgeriya Rihayê heta Wezareta Dadê heta Serokkomar her kes vê bûyerê baş dizane. Di holê de heqîqetek, bêhiqûqiyek û zulmek heye. Em vê zilmê dikişînin lê kesên vê bihiqûqiyê ji nedîtive tên wê winda bikin. Wê dawiya dawî edalet serbikeve.”