Nobeta edaletê di roja 458’emîn de ye

Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar 458 roj in li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Emîne Şenyaşar, dixwaze êdî dengê wan bê bihîstin.

Nobeta edaletê di roja 458’emîn de ye

Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû didomîne, di roja xwe ya 458’emîn de ye.

Malbata Şenyaşar di saetên serê sibê de hatin Edliyeya Rihayê û çalakiya xwe dan destpêkirin. Emîne Şenyaşar a ku nobetê bê navber didomîne, wiha axivî: “Ev 458 roj in em li vir rûdinin. Kurê min Fadil bi awayekî bê sûc ev 4 sal in di girtîgehê de tê ragirtin. Heta ku edalet pêk tê jî ez ê ji vir ranebim. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Du daxwazên me hene; berdana kurê min û girtina hemû kesên beşdarî komkujiyê bûne. Daxwazên me pêkhatin, lê heta ku pêk tên ez ê bêm vê derê.” 

Hesabên hunermendan hat etîket kirin

Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê hesabên lîstikvan Mûjdat Gezen, Nîhal Yalçin, hunermend Aynûr Dogan û hevjîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku di sala 2015’an de li Sûr a Amedê hatibû qetilkirin, Turkan Elçî etîket kir û ev parvekirin kir: “Têkoşîna dayika ku ji bo bi milyonan insanên li Tirkiyeyê bûye hêvî û ya ku dema qala edaletê tê kirin ji ewil tê bîra hemû kesî, ev 458 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê berdewam dike.”