Nobeta “edaletê” di roja 318’an de ne
Emîne Şenyaşar tevî hemû astengiyan 318 roj in daxwazên xwe yên edaletê diqîre.
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike.
Emîne Şenyaşar di roja 318’an nobetê de ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê, nobet li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam dike. Ferît Şenyaşar îro tena serê xwe hat li ber Edliyeya Rihayê û nobetê da destpêkirin.
“Dê têkoşîn bidome”
Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medyayê ev peyam parve kir: “Bila kesên ku li Tirkiyeyê behsa edaletê dikin û vê zilma bi rêya darazê li pêş Edliyeya Rihayê berdewam dike nabînin, şerm bikin. Heta ku jiyan hebe, dê têkoşîna li dijî vê zilmê berdewam bike.”