Nobeta “edaletê” di roja 269’an de ne
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 269 rojin di çalakiya nobeta “edaletê” de hewil didin dengê xwe bidin bihîstin.

Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû ket roja xwe ya 269’emîn.
Malbata Şenyaşar danê sibehê hatin ber Edliyeya Rihayê û bi pankartên xwe bi dîwarê ediliyê ve kiirn û dest bi nobeta xwe kirin.
Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar, da zanîn ku 9 meh in ew edaletê diqîrin û got: “Li gelemperiyê Tirkiyeyê qeyraneke mezin heye. Sedemê vê qeyranê ne şexs in. Çiqas şexs werin guhertin jî ev qeyran bi dawî nabe. Sedemê vê qeyranê pergal e. Divê ev pergal were guhertin.”
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got: “Cîh guherîna Wezîrê Aboriyê tiştekê li welat nade guherîn. Sedema qeyîrana heyî bê edaletiya li welate. Ya bê guherîn divê pergala ku hiquqê nas nake be. Di deriyê edliyê yê zilmê de 269 rojin çalakî ji bo her kesê dewam dike.”