Nobeta edaletê di roja 177'an de ye

Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya ji bo edaletê didomîne, careke din ragihandin ku ew ê dev ji daxwaza edaletê bernedin.

 
Riha- Nobeda Edeletê ya Emîne Şenyaşar, a di êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja xwe ya 177’an de berdewam dike.
Malbat di roja 177’emîn a çalakiya xwe de, serê sibehê hat li ber avahiya ku wekî qada "goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" tê binavkirin û dest bi çalakiya xwe kirin.
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyaya civakî spasiya heyeta Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) duh serdana wan kiribû kir û ev peyam parve kir, "Serokên şaxên ÎHD'ê ji bo piştevanî û piştgiriya hiqûqê her tim li kêleka me sekinîn. Em ê di çarçoveya hiqûqê de, dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.”