Nobeta Edaletê 534 roj in berdewam dike
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ku Nobeta Edaletê bênavber didomînin, daxuyaniya Erdogan a “Em di heman keştiyê de ne” bi gotina “Em ne di heman keştiyê de ne” bersivandin.
Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 534’emîn de didome. Dayik û kurê xwe serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê derketin û piştî riya 42 kîlometreyan, hatin pêşiya Edliyeya Rihayê. Dayik û kurê wê ku ji 8’ê Tebaxê ve rûniştina li pêş edliyeyê ji wan re hatiye qedexekirin, dest bi nobetê kirin.
“Em ne di heman keştiyê de ne”
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê der barê daxuyaniya Erdogan a “Em di heman keştiyê de ne” ev peyam dan: “Partiya ku di navê wê de edalet heye, ezmûna xwe ya herî mezin dê li dijî dayika ku li gel hemû zextan nehatiye bêdengkirin bide. Em ne di heman keştiyê de ne.”