Nobeda edaletê di roja 489’emîn de ye: Deriyê me ji her kesî re vekirî ye
Malbata Şenyaşar ragihand ku ji ber cejnê ew ê li mala xwe ya Pirsûsê nobeta xwe ya edaletê bidomînin û gotin: "Deriyê me ji her kesî re vekirî ye".
Riha - Xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta darizandina kujeran û girtina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 489’an de bê navber didome.
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal vê peyamê da: “Îro piştî ziyareta goristanê ji ber mêvanên ji derveyî bajêr tên em ê nobeda xwe ya edaletê li malê bigirin. Deriyê me ji her kesê ku bixwaze were serdana cejnê re vekirî ye.”