Niyaz Abdullah li ser qetilkirina Jîna Emînî nivîsand

Qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bû sedemê nerazîbûnên jinan, hemwelatiyan, çalakvan, rewşenbîr û rojnamevanan. Çalakvan û rojnamevana Başûrê Kurdistanê Nîyaz Abdullah qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir.

Navenda Nûçeyan - Jîna Emînî ya 22 salî ku xelkê bajarê Saqiz li Rojhilatê Kurdistanê li gel malabata xwe deme ku ji bo geştê berê xwe da Tahranê bi hêceta ku hicaba xwe baş girênedaye ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate girtin, îşkence lê hate kirin. Jîna Emînî ya ku ji ber îşkenceyê kiriza mejî derbaz kir li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Der barê qetilkirina Jîna Emînî de jin û xelkê bajarê Saqiz daketin qadan û bi xwepêşandanan nerazîbûnên xwe diyar kirin. Ev nerazîbûn li gelek bajarên din yê Rojhilatê Kurdistanê belav bû, li gel vê çalakvan û rewşenbîrên li parçeyên din yên Kurdistanê nerazîbûnên xwe yê li dijî qetilkirina Jîna Emînî diyarkirin.

Niyaz Abdullah weke çalakvan û rojnamevanekê li Başûrê Kurdistanê der barê qetilkirina Jîna Emînî de nivîsand.

“Bê şerefiya xwe di derketina du keziyên Jîna de dibîne”

Naveroka nivîsînê wihaye:

“Komara Îslama Îranê şeref û keremate dîn û hikumraniyê di tunekirina azadiya jinê de dibîne. Bi dehan sal e di bin navê exlaqparêzî, nîştimanparêzî de pêşî li mafê mirov digre û çalakvananên opozisyona siyasî li sêdarê dide û teror dike, îşkence li jinparêzan dike û li girtîgehan destdirêjiyê lê dikin. Rojane li qadan jinên azadîxwaz tên îşkencekirin bê rêzî di bin navê pabendnebûna bi mercê hicabî û durketina ji exlaqê li jinê tê kirin. Kuştina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî ku bi navê Mehsa tê nasîn di bin îşkenceyê polîsên parastina exlaqî bi hêceta hîcab baş girê nedaye, lutkeya tirsnok û bê şerefiya hikumeta Îranê hikumraniya xwe di derketina dû keziyên Jîna de dibîne. Komara Îslama Îranê li dijî li dijî hemû azadî û yeksani û dadperweriye, li dijî mafê hemû pêkhateyên netew û ayîniyên Îranê ye, hezma ew jinên ku li mafê xwe xwedî derdikeve nake.”