Nivîskarên jin ên Mexribê ji ber pêşîgirtina jêhatîbûna jina bi hêrs in
Komeleya Nivîskarên jin ên Mexribê di daxuyaniya xwe ya ku di 11'ê Cotmehê de belav kir, di derbarê pêşîgirtina jêhatîbûnên jinan de bang li partiyan kir ku li gorî mekanîzmayên maqûl tevbigerin.

Mexrib- Komeleya Nivîskarên Jin ên Mexribê bang li hikûmeta nû kir ku girîngiya pêwîst bide çanda Mexribê. Ji ber ku ew weke xala ketina stratejîk ji bo her reformek pêşkeftinê û misogerkirina beşdarbûna jinan di birêvebirina karûbarên çandî de ye.
Daxwazên jinên wêjevanên Mexribê
Di daxuyaniyê de komeleyê teşwîqkirina veberhênana di warê çandî de û piştgiriya ji bo destpêşxeriyên jinan ên ku ji bo parastina cihêrengiya çandî û zimanî dixebitin, kir. Komeleya Nivîskarên Jin ên Mexribê ji ber tunebûna "wekheviyê" û reqabeta di nava partiyên siyasî de dihat kirin matmayî ma, her wiha komeleyê got ku vê yekê tevgerên jinên Mexribê yên ku ji bo gihîştina veguheztinê û wekheviyê têdikoşiyan, bêhêvî kir ye.
Di sala 2012'an de Komeleya Nivîskarên Jin ên Mexridê ji aliyê komek nivîskar û rewşenbîrên jin ên Mexribî ve bi armanca hevgirtina xwediyên pênûsên cidî, hate damezrandin.