Neteweyên Yekbûyî: Li Nîjerê yên ku herî zêde rastî bazirganiya mirovan tên jin in
Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê piştrast kir ku ji sedî 69 ji qurbaniyên bazirganiya mirovan li Nîjerê jin in.

Navenda Nûçeyan – Rêxistana Navdewletî ya Koçberiyê bi lêkolîneke ku li ser şêwazên qurbaniyên bazirganiya mirovan pêk aniye eşkere kir ku ji sedî 69 ji qurbaniyên bazirganiya mirovan li Nîjerê jin in.
Seroka Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê li Nîjer Barbera Rîxs tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina hewlên ji bo têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan li Nîjerêû pêşkêşkirina alîkariyê ji bo mexdûran kir.
Di navbera salên 2017-2021'an de ji 666 mexdûrên bazirganiya mirovan re alîkarî hat dayîn.
Di sala 2019'an de, rêxistinê piştgirî da Ajansa Neteweyî ya ji bo têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan, da ku yekem navenda pêşwaziyê ji bo mexdûrên bazirganiya mirovan li Nîjer veke.