Nerges Mihemedî: Li kolanan kombûn yek ji mafên bingehîn e
Girtiya siyasî Nerges Mihemedî ya bi pêyamek balkişand li ser belavbûna çalakiyan û bi tundiye tepesandina çalakvanan ya jî aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve û destnîşan kir ku kombûna li kolanan yek ji mafên bingehîn ên gel e.

Navenda Nûçeyan – Îro bi roja 7’emîn a çalakiyên seranserê Îran û Rojjhilata Kurdistanê, hevjînê Nerges Mihemedî ya çalakvana mafê jinan û mafê mirovan ku di girtîgeha Êvînê tê ragirtin Teqî Rehmanî, li ser hesabê xwe yê Twiterê peyama Nerges Mihemedî parve kir.
Nerges Mihemedî di peyama xwe de balkişand li ser çalakiyên di rojên dawî de Îranê tê jiyîn û wiha got: “Kombûna li kolanan yek ji mafên bingehîn ên gel e û mafê hikûmetê yê gel bixe bin zextê û êriş bike nîne.”
Nerges Mihemedî bal lê kişand ku Komara Islamî ya Îranê salên dirêj e pêşî li çalakiya gelan digre û ditepîsine û wiha got: “Di van salên dawî de hikûmeta deshilatdar ji bo tepisandina çalakiyên sivîl û aştiyane yên gel, dest bi cînayetên kolanan û girtinê kir. Lê belê gel bibiryarbûnek çalakiyên xwe didomîne.”