Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP'ê ji bo erdhejzedeyan seferber e

30 TIR’ên alîkariyên Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê ku ji bo kesên xwedî pêvidî yên li herêmên erdhejê hatin komkirin bi rê ketin, li herêmên ku hejmara tîmên AFAD’ê lê kêm bûn jî tîmên tenduristiyê yên ji 10 kesan pêk tên, hat şandin.

Navenda Nûçeyan - Erdhejên li pey hev bi pileyên 7,7 û 7,6 hatin jiyîn, li Mereşê, li bajarên Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kîlîs, Osmaniye, Edene û Hatayê xaniyan hilweşand. Gel li kolanan jî pêdiviyên bingehîn bêpar e. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji bo mexdûrên erdhejê alavên bingehîn berhev kir. Ji bo bajêrên erdhejê 30 TIR’ rê ketin. Her wiha HDP’ê li herêmên ku hejmara tîmên AFAD’ê lê kêm bûn jî tîmên tenduristiyê yên ji 10 kesan pêk tên şand. Hat parvekirin ku hinek TIR’ên ku ji bo herêmên erdhejê şandin, di rê de ji hêla polîsan ve hatin rawestandin û desteserkirin. 

Pêwistî bi pêdiviyên bingehîn hene

Tîmên tenduristiyê yên ji aliyê Navenda Koordînasyona Krîze ya HDP’ê ve hatiye organîze kirin, li qadên hilweşiyan de dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirin. Komên ku ber bi qadên erdhejê ve hatin veguhestin, di heman demê ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re peywendiyan datînin. Rayedarên Koordînasyona HDP’ê ku li hemû bajaran kampanyaya alîkariyê dimeşînin, dibêjin ku bi taybet jî pêdivî bi av, nan û pêdiviyên bingehîn hene.

Ji Koordînasyonê bang

Rayedaran destnîşan kirin ku ji bilî deverên ku erdhejê bandoreke giran lê kirî, rêxistinên wan ên li tevahiya herêma Çukurovayê tev li xebatan bûne û tevî astengiyên tên derxistin jî nasekinin. Rayedarên Navenda Koordînasyona Krîzan dan zanîn ku ji îro ve 30 TIR’ên alîkariyê ber bi herêmên erdhejê ve hatine şandin. Rayedarên ku bang kirin TIR’ên tên şandin neyên astengkirin, di serî de ciwan, bang li her kesî kirin ku ji bo belavkirina alîkariyan û piştevaniyê tev li xebatan bibin.

Alîkarî dê raste rast ji mexdûrên erdhejê re bên şandin

Rayedaran koordînasyonê ku piştevaniya li ser hejmarên ragihandinê tên dê raste rast ji mexdûrên erdhejê re bên şandin û herêmên alîkariyê lê belav dikin jî wiha destnîşan kir:

“Ji Wêranşarê bo Semsûrê 5 hezar nan, ji bo Bazarcixê 5 hezar nan; ji Amedê bo Bazarcixê 2 hezar nan, 5 hezar av, 220 betaniye; ji Wanê bo semsûrê TIR’eke ji alavên bingehîn pêk tê; ji Erdîşê bo Semsûrê TIR’eke alavên bingehîn hate şandin; ji Mêrdînê bi Semsûrê TIR’eke alavên bingehîn; ji Stenbolê bo Mereşê 2 TIR’ên alavên bingehîn; ji navçeya Kulu ya Konyayê TIR’eke alavên bingehîn; ji Edîrneyê bo Meletî û Mereşê 4 TIR’ên ji alavên bingehîn pêk tên; ji Êlihê bo Semsûrê 71 kamyonên alavên bingehîn; ji Wanê bo Meletiyê kamyoneke ji alavên bingehîn pêk tê; ji Şirnexê bo Dîlokê kamyoneke (30 ton) komirê; ji Bazîdê bo Semsûrê TIR’eke alavên bingehîn; ji Agiriyê jî 2 kamyonên alavên bingehîn hatin şandin.”