Navenda Karûbarên Jinan li ser şantaja dîjîtal komxebatek agahdarkirinê lidarxist
Komxebatên agahdarkirin ji aliyê Navenda Karûbarên Jinan ve bi armanca haydarkirina li ser şantaja elektronîk hat lidarxistin.
Xeza – Navenda Karûbarên Jinan ji bo gelek rojnameger, xebatkarên ragihandinê û pirsporan li ser mijara “xespa elektronîk” duho li Xezayê komxebatek agahdarkirinê lidar xist.
Di komxebata agahdarkirinê de mijarên cûr be cûr ên mîna şantaja elektronîk, amûr û armancên wê, rêya xwe parastina ji vê û xwespartinên zagonî yên bidestgirtina bûyerên şantajê hatin bidest girtin.
Parêzer Ruqya Ebu Mendîl a beşadrî komxebatê bû wiha got: “Rojnamegerên jin di warê şikandina hesabên ser telefonê û hesabên medya dîjîtal de bê parastin in, ji ber vê yekê ev atolye bi armanca zêdekirina hayjêbûnê ya di warê elektronîk de hat.” Her wiha da zanîn ku şantaja elektronîk hemu zanyariyên li ser înternetê yên bi armanca yek kesê derbarê heman kesê de tên belavkirin dihewîne û ev yek di 10’emîn Qanûna Sûcên Sîber a sala 2018’an de derbas dibe.
Ev komxebat bi armanca zêdekirina kampanyayên elektronîk, agahdarkirina jinan a li ser bi awayekê ewle bikar anîna malperên medya dîjîtal hat lidarxistin.