Navenda Karûbarên Jinan diyardeya zêdebûna qetilkirina jinan şermezar kir

Navenda Karûbarên Jinan a li Filistînê bi daxuyaniyekê qetilkirina jinan a li herêmî û tevahî cîhanê bi daxuyaniyek şermezar kir.

REFÎF ESLEEM

Xeza – Navenda Karûbarên Jinan daxuyaniyek da û tê de qetilkirina jinan li herêmî û hemû welatên cîhanê şermezar kir û teqez kir ku berdewamiya qetilkirina jinan binpêkirina mafên wan ên herî girîng e ku ew jî mafê jiyanê ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zêdebûna diyardeya qetilkirina jinan, tevna civakê û malbatê lawaz dike, ji ber vê yekê, pêwîst e di demek herî zû de ji aliyê rayedarên pêwendîdar ve, bi hemû hewldanên saziyên fermî û ne fermî ji bo girtina tedbîrên pêwîst ji bo sepandina cezayê herî giran li ser tawanbaran, sînorek ji vê yekê re were danîn.

Di daxuyaniyê de îstatîstîkên Navenda Jinan a Hiqûq û Rêbertiya Civakî ya li Rimêlanê hatin nirxandin û hat destnîşankirin ku di sala 2021'ê ve li Filistînê 29, li Şerîaya Rojava 17 û li Xezayê jî 12 bûyerên qetilkirinê qewimîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rêveberiya Filistînê li gorî bendên metnên navdewşetî yên ku berê îmze kirine, mecbûr e parastina jinan bike û hemû tedbîran bigire.