Navenda Jineolojiyê û Enstîtuya Misrê hevkariyeke nû saz kirin
Navenda Misrê ya Lêkolîn û Ramanên Jineolojiyê û Navenda Misrê ya Lêkolînên Ragihandinê ji bo xurtkirina têkiliyên di warê lêkolînên ciwanan, perwerde û danûstandina pisporiyê de li hev kirin.
Misir – Navenda Misrî ya Lêkolîn û Ramanên Jineolojiyê û Navenda Misrî ya Lêkolînên Ragihandinê hewl didin bi riya bernameyên perwerde û agahdariyê yên hevbeş, hevkariya xwe ya di warê lêkolînên ciwanan de xurt bikin. Ev herdu navend armanc dikin ku bi vî rengî rola saziyên lêkolînê di pêşxistina polîtîkayên ku bersiva pêdiviyên civakê didin de xurtir bikin.
Armanca herdu navendan ew e ku hevkariyê di warên lêkolînên ciwanan, lêkolînên zanistî, perwerde û danûstandina agahdarî û pisporiyê de xurt bikin. Ev hevkarî dê beşdarî piştgiriya pisporên ciwan û pêşxistina perspektîfên nû li ser pirsgirêkên civakî û pêşketinê be.
Semînerek li ser mijara ciwanan
Ragihandina hevkariyê di heman demê de li gel semînereke ku ji aliyê Navenda Jînolojiyê ve bi sernavê "Ciwan ber bi rojeveke ciwanên neteweyî ya Misrê ve" hatibû organîzekirin, pêk hat. Semîner bi beşdariya Dîna Muhsin Seroka Navenda Jineolojiyê ya Raman û Lêkolînan, Rêvebera Cîgira Navendê Nûjîn Yûsif, Serokê Navenda Têkiliyan a Misrê ji bo Lêkolînan Dr. Yûsif El-Werdanî her wiha gelek lêkolîner, pispor û kesên ku bi pirsgirêkên ciwanan re eleqedar dibin, pêk hat.
‘Armanca me ew e ku em toreke herêmî ava bikin’
Dîna Muhsin Seroka Navenda Jineolojiyê ya Raman û Lêkolînan diyar kir ku armanca wan ew e toreke herêmî ya ji sînorên xwecihî derbas bibe ava bikin. Dîna her wiha da zanîn ku ev gav bi armanca xwedîderketina li pirsgirêkên civakî, hevparî, jiyana hevbeş, welatîbûn û têkoşîna li dijî cudakarî û nijadperestiyê tê avêtin. Her wiha balê dikşîne ser mînakên serkeftî yên li Misrê û herêma Ereb da ku di avakirina pêşerojê de sûd ji wan bê girtin.
Girîngiya rola jinan di pêşerojê de
Dîna Muhsin da xuyakirin ku girîngîdayîna pirsgirêkên jinan ji ber wê ye ku ew di nava komên herî zêde ji şer û qeyranan bi bandor dibin de ne û got: “Bêyî jinên xwedî hêz û bi biryar, behskirina demokrasiyê, pêşveçûna berdewam an jî pêşerojê ne pêkan e. Ev yek jî navendê tevdigerîne ku ji bo xurtkirina zanyarî, hişmendî û desthilatdariyê bixebite û di heman demê de piştgiriyê bide kadroyên jin di hemû waran de. Navenda Jînolojiyê di warên bîr, lêkolîn, pêşkêşkirin û danûstandina ramanan de dixebite. Desteya şêwirmendiya navendê kesayet ji Misir, Sûdanê, Yemenê, Lîbyayê, Filistînê û Sûriyeyê cih digrin. Ev yek jî nîşaneya nêrîna wê ya li ser hevkariya herêmî û danûstandina tecrûbe û çandan e.”
Dîna Muhsin got ku hevbeşiya kar bi Navenda Têkiliyan re pêngaveke nû ye ji bo avakirina pirên hevkariyê di navbera saziyên civaka sivîl û navendên lêkolînê de û anî ziman ku warên hevkariyê dê perwerde, atolyeyên xebatê, semîner û bernameyên hevbeş her wiha amadekirina lêkolînên têkildarî pirsgirêkên xort û keçan di nava xwe de bigre.
‘Qada lêkolînên ciwanan pêdiviyên kûrtir dixwaze’
Serokê Navenda Têkiliyan a Misrê Dr. Yûsif El-Werdanî, diyar kir ku armanca vê hevkariyê ew e qada lêkolînên ciwanan li Misrê xurt bike; qadeke ku hê pêdiviya wê bi pêşvebirineke kûrtir û girîngiyeke sîstematîk heye û got: “Deriyê hevkariyê dê ji bo saziyên lêkolînê, rêxistinên civaka sivîl û aliyên ku dixwazin tevkariyê bikin vekirî bimîne. Ev yek jî dê destûrê bide ku tora hevkariyan were berfirehkirin û sûd ji tecrubeyên pispor bê girtin."
Her wiha destnîşan kir ku xebat dê bi rêbazeke zelal, diyarkirina warên destwerdanê, danîna nîşaneyên performansê, nexşeya demê û nirxandina çavkaniyên pêwîst ji bo pêkanîna bernameyan di nava xwe de dihewîne, bimeşe û wiha bi dawî kir: “Ev yek jî dê mîsoger bike ku hevkarî bibe proje û çalakiyên ku mirov bikaribe wan bipîve û binirxîne.”
Ev hevkarî di çarçoveya nêrîna her du navendan de pêk tê ku armanca wan piştgiriya ciwanan, xurtkirina beşdariya wan a di nava jiyana giştî de û vekirina qadên berfirehtir e. Wekî din jî ji bo zanyarî, perwerde û lêkolînê ye; tiştek ku alîkariyê dike ji bo amadekirina kadroyên dikarin beşdarî avakirina pêşeroja civakê bibin.