Narges Mohammadî li ser Zeyneb Celaliyan nivîsand
Narges Mohammadi ya ku li girtîgehê bû şahida mercên ku Zeyneb Celaliyan di nav de dijî got; “Şertên ku ew di nav de dijî tirsnak in lê bi qasî pola îradeyek wê ya zelal hebû” û bal kişand ku li hemberî Zeyneb Celaliyan îşkenceya spî tê pêkanîn.

Navenda Nûçeyan – Parazvana mafên mirovan û rojnamevan Narges Muhammadî ya ew bi xwe jî dîlgirtî ye, li ser şertên ku Zeyneb Celaliyan a salên dirêj e dîlgirtî ye û cezayê heta hetayî jê re hatiye dayîn peyamek nivîsand û li ser hesabê xwe yê medya mecazî parve kir. Narges Muhammadî di peyama xwe de bal kişand ku Zeyneb Celaliyan ji ber îşkenceya spî nikare şev û rojê ji hev derbixe.
“Şertên ku di nav de dijî tirsnak in”
Narges Muhammadî wiha dest bi peyama xwe dike; “Rûyê wê hê li bîra min e. Çavên wê balê dikşandin. Îradeyek wê ya ji pola hebû. Şêweya wê ya axaftinê zelal, rasterast û hilbijartî bû. Ya rast bi mêzekirina xwe girtîgehê weke ku ‘tu tiştek’ nebe qebûl dikir. Ji ber ku li hepsa hucreyê maye, behsa hucreyê kir. Anî ziman ku tu cihekî ku bi derve re temasa wê hebe, tunebûye. Şertên ku di nav de ye tirsnak in. Ji ber ku demeke dirêj li hucreyê maye û tavê nedîtiye, nikare şev û rojê ji hev derbixe. Em ji vê re dibêjin îşkenceya spî.”
“Cudahiya şev û rojê nîn e”
Narges Mohammadî da zanîn ku Zeyneb Celaliyan der barê îşkenceya spî ya jiyaye de hin bîranînên xwe pê re parve kirine wiha got: “Di bîranînên xwe de min carekê din dît ku cudahiya şev û rojê çiqas winda kiriye. Zeyneb Celaliyan a bêyî ku şev û rojê ji hev derdixe, dibêje qey şev e û dema diranên xwe firçe dike û xwe amade dike ku rakeve, ji nişka ve derî tê vekirin û li dijî daxwaza wê ya xewê derdikevin û wê derdixin derve. Ya bi êş jî derxistina wê ya ji hucreyê ye. Ji ber ku dema Zeyneb Celaliyan demekî li korîdorê didin meşandin gardiyan derî vedikin û ezmanan nîşanî wê didin û nîşan didin ku hê dem nîvro ye.” Narges Muhammadî der barê vegotinên Zeyneb Celaliyan de wiha dibêje “Ji bo fêmkirina wateya îşkenceya spî ev çend hevok bi tena xwe bes bin.”
“Divê bi awayekê lezgîn were dermankirin”
Narges Mohammadî di dawiya peyama xwe de wiha dibêje: “Min xweziya xwe bi îradeya wê anî û di tevahiya jiyana xwe de ez ê bi heyranî û rêzdayînek mezin lê binêrim. Ji bo ku hê bêhtir li ser Zeyneb Celaliyan pêkutiyê bikin, îşkencekar dermankirinê bi kar tînin. Ji ber îşkenceyên tirsnak ên ew dijî, mafê wê yê dermankirina fizîkî û derûnî heye. Li cihekî dûrî şert û derfetên tibî tê girtin. Divê bi awayekê lezgîn were dermankirin.”