Narges Mihemedî: Girtîgeha Evînê weke qadek şer bû

Çalakvana mafê mirovan Narges Mihemedî ku li girtîgeha Evînê tê girtin diyarkir ku di şewata 15’ê Cotmeha li qawişên 7 û 8’an derketî de 8 kesan jiyana xwe ji dest da û yên din jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan- Çalakvana mafê mirovan Narges Mihemedî ku li girtîgeha Evînê dimîne, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal diyar kir ku di şewata heftiyek berê di girtegêha Evînê de derketî gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan û birindar bûn.

Narges Mihemedî bal kişand li ser şewata li girtîgeha Evînê di qawîşa 7, 8’ê de derketî de, bang li civaka navnetewî kir ku balê bikêşin li ser rewşa girtiyên Îranê ji bo parastina jiyan û tendirûstiya wan hesab ji rejîma Îranê bipirsin.

Hûrgiliyên bûyerê eşkere kir

Narges Mihemedî der barê hûrgiliyên bûyerê de wiha got: “Roja bûyerê bi awayek pir cûda zîla girtîgehê di saet 9’an de heta nîvro sê caran lê da. Şevê hema ji nişka ve me dengê çekan bihîst, dengê teqînê bîna û pencere hejand, dengê çekan ji dû saetan zêdetir berdewam kir. Hêzên zextê û hêzên çevik weke ku agahiya rayedaran jê neyî tevdigeriyan, hêzên zextê li pişt girtigeha jinan de gaza îsotê diavêtin. Beriya bûyerê heftiyekê li girtîgehê tevgerek hebû, deriyê di navbera korîdora girtîgehê û korîdora karmendan de hate girtin û qoncek ku girtî nikarin xwe bigihîninê hate vekirin. Korîdora derketinê beriya sê rojan bi bîryara rêveber girtîgehê hate girtin û vemirên agir jî derxistin derveyî girtîgehê.” 

‘Ez bi fikar im’

Nerges Mihemedî da zanîn ku girtîgeha Evînê dişibe qada şer û wiha got: “Hêzên ewlekarî û leşkerî girtîgeh dorpêç kirine, bi çekan gef li girtiyan hate kirin, teqînên mezin rûdan, nûçeyê mirina bi dehan girtiyan hate bihistîn, girtî rastî tundîtûjiyek tund hatin. Êrîşî hucreyên sîyasî hate kirin berbi cihên ne diyar ve birin. Ji 900’an zêdetir dibin şert û mercên herî zehmet de hatin veguhestin. Ez xemginiya xwe ya di derbarê van bûyeran de diyar dikim û ji bo ev bûyerane cardin dûbare nebin ez daxwazê ji rayedarên mafê mirovan, rêxistina Efûya navnetewî, komseriya bilind ya mafê mirovan, mafê mirovan ya Avrûpa dikim ku şert û mercên girtiyan cidî bigrin, hikumeta Îranê ji parastina can û tendirûstiya wan berpirsyare.”