Namzeta Îranê ya Oscarê fîlmê ‘Land of Angels’ e

Aktora Sûrî Sulaf Fewaxircî bi serkeftina fîlmê ‘Land of Angels’, ji Xezayê ber bi qada herî mezin a cîhanê (Oscar) ve rêwîtiyeke bêhempa pêk tîne.

Navenda Nûçeyan – Çêkerên fîlman û temaşevanên li çar aliyê cîhanê, li ser amadekariyên berdewam ên ji bo 99’emîn Xelatên Akademiyê yên 2027’an disekinin. Ji ber ku welat dest bi ragihandina namzedên xwe yên fermî dikin. Hêviyên mezin li ser fîlmên ku cihêrengiya çandî û mirovî nîşan didin têne danîn.

Aktora Sûrî Sulaf Fewaxircî serbilindiya xwe anî ziman ku fîlma wê "Land of Angels" ji bo temsîlkirina Îranê, di kategoriya "Baştirîn Fîlma Navneteweyî ya Dirêj" de di 99’emîn Xelatên Akademiyê yên 2027’an de hatiye hilbijartin. Fewaxircî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî diyar kir ku ew serbilind e ku ew yekem lîstikvana Sûrî ye ku di fîlmek dirêj de rol digre ku gihîştiye vê pêşbirka cîhanî.

Fîlmê ku derhêneriya wî ji hêla Babek Xeceh Paşa ve hatiye kirin, ronî dide ser doza Filistînî û êşa zarokên li Xezeyê di nav wêraniya şer de. Fewaxircî li kêleka komek lîstikvanên sozdar ên ji cîhana Ereb û Îranê dilîze.

Hêjayî gotinê ye ku ev fîlm berê Xelata Fîlmê Baştirîn di Festîvala Fîlman a Kazanê ya li Rûsyayê de girtibû û Sulafa Fewaxircî jî ji bo performansa xwe ya di vê fîlmê de du caran Xelata Baştirîn Aktor a li Festîvalên Fîlman ên Kazan û Fecr li Tehranê girtibû.