Nagîhan Akarsel li Silêmanî hat bibîr anîn

Rojnameger, akademîsyen û endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê li cihê ku lê hat qetilkirin, hat bibîr anîn. Jinan di merasîma bîranînê de soza têkoşînê dan.

Navenda Nûçeyan –  Rojnameger, akademîsyen û endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel duh êvarê li Silêmaniyê li cihê ku lê hat qetilkirin hat bîranîn. Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), aktîvîstên jin û gelek welatî beşdarî merasîma bîranînê bûn. Li cihê ku Nagîhan Akarsel lê hat qetilkirin mûm hatin pêxistin.

'Serdest naxwazin jin azad bibin'

Li ser navê RJAK’ê Sara Reza daxuyanî da û got, “Em Nagihan Akarsel di demeke ku jin li hemû cîhanê li dijî zîhniyeta serdest a mêr têdikoşin bi bîr tînin. Ev zîhniyeta li dijî jinê naxwaze jin azad bibe. Ji ber vê yekê jinan êdî azadî ji xwe re kiriye armanc. Têkoşîna jinê ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Rojhilat û Rojava jî bûye têkoşîna serdest.

'Têkoşîna me wê nesekine'

Sara Reza di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ perspektîfa azadiya jinê nîşanî hemû jinên cîhanê da. Ev slogan li hemû cîhanê belav bûye. Şehîd Nagîhan Akarsel jî ji bo ku keda jinên Kurdistanî bigihîne hev têdikoşiya. Şehadeta Nagihan wê têkoşîna me nede sekinandin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê têkoşîna xwe bidomînin.”