NADA li dijî komkujiyên DAIŞ’ê lêpirsîneke navneteweyî daxwaz kir
Hevpeymana (NADA) Ji bo trajediya ku li newala Xesfa ya Mûsilê di 2014'an de ji aliyê DAIŞ ve pêk hatine, banga lêpirsînek neteweyî û navneteweyî kir ku parastina mafên qurbaniyan û malbatên wan bên kirin.

Navenda Nûçeyan – Newala Xesfa ku bi qasî 20 km li başûrê Mûsilê ye, ew yek ji kûrtirîn newala Iraqê ne. Di dema kontrolkirina bajêr ji aliyê DAIŞ'ê ve di sala 2014'an de ew bû yek ji gorên kmî yên herî tirsnak. Ew ji aliyê DAIŞ ve wek cihekî ji bo îdamkirin û avêtina hezaran sivîlan di nav de jin, zarok û kesên ji ber serdemên olî, etnîkî û mezhebî hatine revandin, dihat bikaranîn.
Hevpeyaman Jinên Demokratîk ên Herêmî li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) daxuyaniyek weşand û fikarên xwe yên li ser sûcên ku wek jenosîd li dijî mirovahiyê li newala Xesfa anî ziman. NADA ji bo belgekirina van sûcan, parastina cihê bûyerê û dabînkirina edaletê ji bo qurbaniyan û malbatên wan re hewcedarî bi tedbîrên neteweyî û navneteweyî dît.
Kiryarên DAIŞ'ê
Di daxuyaniyê de wiha hate dest nîşan kirin: "Hevpeymaniya NADA li Iraqê doza newala li Mûsilê dişopîne, ku yek ji tawanên herî hovane yên ku ji hêla DAIŞ'ê ve di dema kontrola wê ya bajêr de di sala 2014'an de hatine kirin. Ev newala jeolojîk a kûr wek yek ji gorên komî tê hesibandin. Agahdarî, şahidî û wêneyên tirsnak ên ku li ser kûrê hatine eşkarekirin nû ne, piştî ku DAIŞ ew wek cihekî ji bo îdamkirin û avêtina bi hezaran sivîlan di nav de jin, zarok û kesên ku ji ber sedemên olî, mezhebî, an etnîkî, an ji bo tolhildana siyasî hatine revandin, bi kar anî."
DAIŞ li Mûsilê tawanên û komkujiyên hovane li dijî jin û zarokan pêk anîn, wan bi hovane înfaz kirin û bi awayekî fîzîkî ji holê rakirin, sivîlan wek mertalên mirovî bikar anîn da ku rê li ber pêşveçûna hêzên Iraqî bo nav bajêr bigire û jin û zarokên ji kêmneteweyên Êzîdî û Xiristiyan firotin bazara bazirganiya mirovan.
Hewcedarî bi tedbîrên neteweyî û navneteweyî heye
Hevpeyaman Nada di dewamiya daxuyaniyê de tekez kir ku tiştê li newala Xesfê qewimî jenosîd û tawanên li dijî mirovahiyê ye û pêdivî bi tedbîrên bilez ên neteweyî û navneteweyî heye da ku dosyaya newala Xesfê were vekirin, di bin çavdêriya tîmên dadwerî yên pispor di gorên komî de. Her wiha delîl û bermayiyan bi awayekî belge bikin ku mafên qanûnî yên qurbaniyan û malbatên wan biparêze, malbatên qurbaniyan di pêvajoyê de beşdar bike û wan ji pêşketinan agahdar bike. Di heman demê de mafê wan ê zanîna çarenûsa hezkiriyên xwe û bidestxistina edalet û tezmînatê garantî bike.
Parastina mafên mexdûran û malbatên wan divê bê kirin
Di daxuyaniyê de NADA daxwaza parastina cihê kraterê, pêşîgirtina li her destwerdan an wêrankirina bi zanebûn û veguherandina wê bo bîrdariyek neteweyî ji bo bîranîna trajediya qurbaniyan û parastina bîra kolektîf kir. Her wiha Hevpeyaman NADA xwest ku qurbanî wek kesên ku rastî jenosîd an windabûna bi zorê hatine, ne tenê wek qurbaniyên terorê bi fermî bên naskirin. Divê piştî belgekirinê bawernameyên mirinê yên fermî bên dayîn. Hevpeymanê banga dabînkirina piştgiriya psîkolojîk û civakî ji malbatên qurbaniyan re, bi taybet jinên ku tevahiya malbatên xwe winda kirine û misogerkirina tevlêbûna wan di bernameyên parastin û hêzdarkirinê de, kir.