Musa Orhan di doza Îpek Er de hate beraetkirin
Di doza Musa Orhanê ku piştî êrîşa zayendî ya li dijî Îpek Er bi sûcdariya teşwîqkirina wê ji bo xwekuştinê hatibû darizandin, biryara beraetê hat dayîn.
Navenda Nûçeyan – Di danişîna 22’ê Cotmehê ku li Dadgeha Cezayê ya Yekem a Batmanê hat lidarxistin de, tevî daxwaza dozgeriyê ya cezakirina wî, dadgehê biryara beraetkirina Musa Orhan da. Musa Orhan ji sûcdariya “teşwîqkirina xwekuştinê” dihat darizandin.
Musa Orhan berê ji ber sûcdariya “êrîşa zayendî ya bi awayekî giran” a li dijî Îpek Er, bi 10 salan cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. Dadgehê di doza nû de ragihand ku delîlên berbiçav ên bêguman tune ne ku nîşan bidin ku Musa Orhan Îpek Er teşwîqî xwekuştinê kiriye.
Sedemên beraetê
Di dosyeya dadgehê ya bi hejmarên 2025/237 û 2026/930 de hat destnîşankirin ku delîlên bêguman ên ku nîşan bidin Musa Orhan Îpek Er teşwîqî xwekuştinê kiriye, wê teşwîq kiriye an jî biryara wê ya xwekuştinê xurt kiriye, tune ne. Biryara beraetê li ser prensîba “guman ji sûcdar re tê hesabkirin” hate avakirin.
Di dosyayê de nameya ku Îpek Er li pey xwe hiştibû, gotinên şahidan û vegotinên wê ji bo karmendên tenduristiyê yên ku li nexweşxaneyê ew yekem car muayene kiribûn, cih digirtin. Li gorî agahiyên di biryarê de, Îpek Er ji bijîşk û hemşîreyan re gotibû: “Musa ez bêzar kir.” Lê dadgehê biryar da ku ev delîl ji bo îspatkirina sûcdariya teşwîqkirina xwekuştinê, têr nakin.
Parêzerên beşdarî dozê bûn, daxwaz kirin ku ji bo pêşkêşkirina bersiva xwe ya nivîskî ya li hember daxuyaniya dawî ya dozgeriyê, dem bê dayîn. Dadgehê daxwaz red kir û biryara xwe da.
Biryara 22’ê Cotmehê di 23’ê Cotmehê de bi sedemên wê re li pergala dadweriyê hat barkirin. Dadgehê bi biryara beraetê re qedexeya derketina Musa Orhan ji welêt jî rakir.
Îpek Er çawa jiyana xwe ji dest da?
Îpek Er di 7’ê Tîrmeha 2020’an de serî li Dozgeriya Giştî ya Sêrtê da û got ku leşkerê pispor ê li Beşîrî kar dikir Musa Orhan, êrîşeke zayendî li ser wê kiriye. Piştî gilîkirina wê, lêkolîn dest pê kir. Di 16’ê Tîrmeha 2020’an de, Îpek Er nameyek li pey xwe hişt û piştî wê bûyerê bi giranî birîndar bû. Di nameya xwe de jî behsa êrîşa zayendî ya Musa Orhan kiribû. Ew bi rewşeke giran birin nexweşxaneyê, lê piştî 34 rojan, di 18’ê Tebaxa 2020’an de, can da.
Nameya Îpek Er, gotinên şahidan û karmendên tenduristiyê û rapora saziya bijîşkî ya edlî, di nav delîlên doza êrîşa zayendî de bûn. Musa Orhan di 16’ê Tîrmeha 2020’an de hate binçavkirin û ji kar hat dûrxistin. Piştî lêpirsîna dozgeriyê, bi şertên kontrola dadwerî hate berdan.
Piştî mirina Îpek Er û zêdebûna bertekên raya giştî, Musa Orhan di 19’ê Tebaxa 2020’an de hate girtin. Lê piştî nêzîkî hefteyekê, li ser îtiraza parêzerê wî hate berdan. Ev biryar bû sedema bertekên rêxistinên jinan û raya giştî. Piştî lêkolîna li ser sûcdariya êrîşa zayendî, Musa Orhan ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan hate derxistin.
Cezayê destdirêjiyê kêm kirin
Di doza ku li dijî Musa Orhan ji ber sûcdariya “destdirêjiya bi awayekî giran” hatibû vekirin de, dozgerî daxwaza cezayê herî kêm 12 salan kiribû. Di danişîna yekem de, dadgehê biryar da ku Musa girtî neyê darizandin. Daxwazên malbat û parêzerên Îpek Er ji bo girtina Musa Orhan di danişînên paşîn de jî hatin redkirin.
Di Kanûna 2021’an de, dadgehê Musa Orhan ji ber êrîşa zayendî bi 12 salan cezayê girtîgehê ceza kir. Lê li gorî xala 62’an a Zagona Cezayê ya Tirkiyeyê, ceza bi sedemên erêkîrî kêm bû û gihîşt 10 salan. Dadgehê daxwaza girtina wî dîsa red kir û qedexeya derketina ji welêt li ser wî ferz kir.
Dadgeha Îstînafê ya Herêmî ya Amedê, beşa cezayê ya heftemîn, piştî nirxandina dosyayê, bi piraniya dengan cezayê li gorî yasayê dît. Yek ji endamên heyetê bi biryara beraetê re nerazîbûna xwe tomar kir. Daxwaza Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê ya ji bo zêdekirina cezayê jî hate redkirin.