MKG û DFG'ê: Pênûsên rojnamegerên ku hatine kuştin li erdê neman

MKG û DFG'ê der barê Roja Rojnamegerên hatine kuştin de daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Zext, gef û polîtîkayên bêcezahiştinê tu carî nikaribûn kevneşopiya çapemeniya azad bidin sekinandin.”

Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi munasebeta 6'ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyaniyek nivîskî weşandin. MKG û DFG'ê di daxuyaniyê de wiha gotin: “Kesên li ser vê axê, li pey rastiyê çûne her dem bedel dane lê wan qet dev ji rastiyê bernedane. Îro, em hemû rojnamegerên ku hatine kuştin bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Mîrata wan, berxwedana wan û têkoşîna wan a ji bo rastiyê riya me ronî dike.”

Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"6'ê Nîsanê wekî roja bibîranîna rojnamegerên ku li Tirkiyeyê ji ber çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê hatine kuştin, hatiye îlankirin. Ev dîrok ji ber rojnameger û nivîskar Hesen Fehmî Beg di 6'ê Nîsana 1909'an de li ser Pira Galatayê hatiye kuştin, hatiye hilbijartin. Komeleya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) di sala 1997'an de 6'ê Nîsanê wekî "Roja Rojnamegerên Şehîd" destnîşan kir. Lê belê di sala 2005'an de, navê vê rojê wekî "Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin" hat guhertin.

‘Ew ê di bîra têkoşîna çapemeniya azad de her bijîn’

6'ê Nîsanê roja bîranîna rojnamegerên hatine kuştin e. Ev rojnameger ji ber ku li pey heqîqetê bûn hatin kuştin. Rojnamegerên ku ji bo rastiyê derxistin holê, ji ber bûn dengê gel û ji ber tarîtiyê teşhîr kirin hatin kuştin wê her dem di bîra têkoşîna çapemeniya azad de bijîn. Em di şexsê rojnamegerên hatine kuştin de dîsa bi bîr dixin ku bi kuştina rojnamegeran hat xwestin pênûsa wan bê şikandin û di heman demê de hat xwestin heqîqet jî bêdeng bê hiştin. Lê belê zext, gefxwarin û polîtîkayên bêcezahiştinê tu carî nikaribûn kevneşopiya çapemeniya azad bidin sekinandin.

‘Em ê têkoşîna wan berfirehtir bikin’

Kesên li ser vê axê, li pey rastiyê çûne her dem bedel dane lê wan qet dev ji rastiyê bernedaye. Îro em hemû rojnamegerên ku hatine kuştin bi rêz û bi minetdarî bi bîr tînin. Mîrata wan, berxwedana wan û têkoşîna wan a ji bo rastiyê riya me ronî dike. Pênûsên rojnamegerên ku hatine kuştin neketin erdê û ew ê nekevin erdê. Erka me ew e ku em têkoşîna wan a ji bo rastiyê berfireh bikin, li bibîranîna wan xwedî derkevin û xeta azadiya çapemeniyê bidomînin.”